Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎyê peyameke pîrozbahiyê bo Kongireya Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriye li Ewropayê şand

10:29 - 16 Gulan 2022

Duyemîn Kongireya Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriye li Ewropayê li salona Avesta ya li bajarê “Oberhausen”a li welatê Almanyayê, li jêr navê “Efrîn Zeytona Kurdistanê ye”, bi beşdariya hejmarek ji nivîskar, şandên partî, komele, rêxistinên civakî û kanalên ragihandina kurdî hat lidar xistin.

Komîteya PDKÎ li welatê Almaniyayê tevî beşdarîkirina di wê kongireyê de, peyama pîrozbahiyê  yaPDKÎ pêşkêşî vê kongireyê kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Hevalên hêja!

Beşdarbûyên birûmet!

Îro weke nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi amadebûna xwe di duyemîn konferansa Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriye de gelek keyfxweş in.

Rojavayê Kurdistanê di dirêjahiya dîroka Kurdistanê de, hertim axa mirovên mezin û keç u xortên rewşenbîriyê bûye ku, di proseya rewşendîrî û nivîsandina Kurdî de roleke girîng lîstine. Yek ji rûmetên vê beşa Kurdistanê ku îro zimanê Kurdî deyndarê wê ye, xebata malbata Bedirxan e, ji bo belavkirina zimanê nivîskî yê Kurdî ku ew jî ji rojavayê Kurdistanê derketiye.

Em îro wek zarokên “Simkoyê şikak û Qazî Mihemed” keyfxweş in ku em di nav mîratgirên malbata Bedirxan, Ceger Xwîn, Selîm Berekat û sedan nivîskar û rewşenbîrên gelê me li rojava ya Kurdistane de ne.

hevalên hêja,

Nivîskar û beşdarbûyên birûmet,

Dîroka Kurd di heyama sed salên derbasbûyî de, û piştî damezrandina çendîn netewe-dewletên şovenîst di wê herêmê de, bi taybet dewleta netewî ya Erebî ya Sûriye ku, li ser bingeha ramana şovenîst a Erebî hatiye avakirin, şahide ku her tim wan dewletan mafên gelê Kurd binpê kirine û dikin.

Lê mixabin, piştî şoreş û serhildana gelên Sûriye û gelê Kurd di sala 2011`an de, her çend ku çirûskek hêvî ji bo bidestxistina mafên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê hebû, lê, weke ku em dibînin piştî derbasbûna zêdetirî yazdeh salan li ser şoreşê de, hîna jî rêyek dûr û dirêj li Rojavayê Kurdistanê li pşiya Kurd heye.

Ji bilî pirsgirêkên navxweyî yên kurdên Rojava, ji alîyekî ve, dewletên cîran û hikûmeta navendî ya Sûriye jî, li alîyêkî din ve, çavên xwe ji axa kurdan sor kirine û her carê li quncikekî li ser me Kurdan ferman didin.

Hêj birînên Şengalê û êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Kobanê nehatibûn kewandin, dewleta Tirk û komên terorîst êrîşî Efrînê kirin û dest bi komkujî û guhertina demografiya herêmê kirin. Eşkere ye ku, dewleta Tirk bi vê yekê ranewestiya û vê carê bi hincetên cuda êrîşî “Serê Kaniyê” kir û dîsa bû sedema

komkujiya gelê Kurd û guhertina demografiya beşeke din a xaka Rojavayê Kurdistanê.

Her çend em wek Kurd di warê çekan de hejar û feqîr in, lê, em ji aliyê ziman û çandê ve dewlemend in û em dikarin zimanê Kurdî û pêşxistina zimanê Kurdî bikin çekek bihêz bo piştevaniya Pêşmerge û şervanên li çeperên şerê rizgariya Kurdistanê de.

Em wek Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê êş û azara we ya li Rojavayê Kurdistanê pê dizanîn û pi dihesin. Em jî wekî we ji aliyê dewleteke Îslamî ya şovenîst ve di bin zilmê de ne û ziman û çanda me di bin zext û tinekirinê de ye. Bi keyfxweşiyê ve ku tekoşîna gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bi rêveberîya Hizba Demokrat li hemû rê û aliyêkî berdewam e, wek tekoşîna medenî, tekoşîna ji bo pêşxistina zimanê Kurdî û şerê çekdarî jî, bo parastina gelê xwe amade ye.

Li vir em careke din piştevaniya xwe û gelê xwe ji bo we û têkoşîna we ya rizgarîxwaz ji bo bidestxistina mafên xwe dubare dikin û em hêvîdar in ku, rojekê yekîtiya we kar û xebata xwe li Rojavayê Kurdistanê pêş bixe. Heta wê demê em hêvîdar in ku hûn nivîskar û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê pênûsa xwe bixin xizmeta ziman û wêjeya Kurdî û bi vî awayî ji bilî rojeva siyasî ya partiyan, piştevaniya tevgera rizgarîxwaza Kurd li Rojavayê Kurdistanê bikin.

Duyemîn konferansa yekitiya we careke din pîroz dikin û hêviya serkeftinê ji we re dixwazin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê