Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pênc welat ji Îranê dixwazin ku Qotiya Reş ya balafira Ukraynê radest bike

12:05 - 16 Şibat 2020

Welatên Kanada, Ukrayn, Efxanistan, Soêd û Brîtaniya, ji Îranê dixwazîn ku Qotiya Reş ya balafira Ûkrayênê ku di encama êrîşa mûşekan a Spaha Pasdaran a terorîst de ketibû xwarê, radest bike.

Roja Şemî, 26`ê Rêbendanê, Wezîrên Derve yên welatên Kanada, Ukrayn, Efxanistan û Wezîrê Bergirî a welatê Soêd û herwisa berpirsekî paye bilind yê Wezareta Derve a Birîtaniya yê, li bajarê Monîx a Alman de, di daxûyaniyekê de, ji rejîma Îranê xwestin ku Qotiya Reş a balafira Ûkraynê radest bike.

Ev daxûyanî, li Civîneke derveyî cîvîna ewlehiya Monîxê de, hatibû li dar xistin û ji 2 xalan pêk hatibû ku xala yekem li ser radestkirina Qotiya Reş a balafira Ukraynî bû, û di xala 2yem de ji Îranê xwestine ku bi lezgînî qerbûya kesên can ji dest dayî yên li wê balafirê de bike.

Li ser wê mijarê, Wezîrê derve yê rejîma Îranê, Mihemed Cevad Zerîf, bas dike ku me Alav û teknîlojiya hewce bo zanîna zaniyarî yên Qotiya Reş tunînin û Amerîka û welatên Rojava jî, wan hewcehiyan nadin me, herwisa got em Qotiya Reş jî radesti ti welatekî nakin.