Li bajarê “Efrîn”ê çekdarên ser bi Tirkiyê 5 welatiyên kurd revandin û di nava wan kesan de Kurdên Êzidî jî hene.
Pêka nûçeya malpera “Rûdaw”ê çekdarên girûpa “Feyleq El-Şam” a ser bi Tirkiyê dest bi ser gundê “Xezwiy”ê girêdayê bajaroka “Şêrawe” ya ser bi bajarê “Efrîn”ê de girtin û di encam de 5 welatiyê Kurd ku 2 ji wan Kurdên Êzidî ne revandin û heta niha çarenivîsa wan nexuyaye.
Herwisa Navenda Tomarkirina haletên Binpêkirina Mafê Mirovî li Bakûrê “Sûriyê” belav kiriye ku di heyama 9 rojan de 15 welatî di deverên cuda yên ser bi Rojavayê Kurdistanê hatine revandin.
Di 18ê meha Adara sala 2018an de girûpên çekdar yên ser bi Opozîsyona “Sûriyê” ku “Tirkiye” piştevaniyê ji wan dike êrîşek berfireh bo ser bajarê “Efrîn”ê encam dan û bajarê “Efrîn”ê kevte destê artêşa “Tirkiyê” û girûpên çekdar; piştî vê êrîşê bi hezaran kes ji xelkê xwecihî, aware bûn.
Rojane çendîn haletên binpêkirina mafê mirovî bi dijî welatiyên Kurd di vê deverê de têne encam dan û berdewam e.