Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pentagon: “Milîsên girêdayê rejîma Îranê mezintirîn gef li ser Îraq û Sûriyê ne”

11:17 - 11 Şibat 2021

Wezareta Berevanî ya Amerîka, “Pentagon”ê, bi belavkirina raporekê li derherq gefa milîsên ser bi rejîma Îranê li Îraq û Sûriyê hişdarî daye û ew wekî gefekî herî mezin li ser wan 2 welatan daye zanin.

Roja Çarşemî 10ê Şibatê, li 24emîn rapora ku lêkolerên Wezareta Berevaniya Amerîkayê bo Kongerya Amerîkayê şandine hatiye: “Milîsên girêdayê rejîma Îranê ku bi piranî di Îraq û Sûriyê de ne, di 6 mehên dawî yên sala derbasbûyî de mezintirîn gefa ewlehî li ser karên pêsipartî yên hêzên hevpeymaniya navnetewî, bûne.

Herwisa pêka wê rapora “Pentagon”ê, milîsên girêdayê rejîma Îranê di 6 mehên dawî yên sala derbasbûyî de, çendîn caran êrîşî li ser berjewendiyên Amerîka li Îraq û bakurê rojhiltê Sûriyê kirine û herwisa êrîşî li ser hêzên “HSD”ê jî kirine.

Amerîkayê bi caran hêzên girêdayê rejîma Îranê bi bikerê êrîşên li ser balyozxaneya xwe li bajarê Bexdayê daye zanîn.

Herwisa Amerîkayê bi caran daye zanîn ku, aliyên çekdarên girêdayê rejîma Îranê bûne sedema nearamî û cihgîrnebûna asayîş di welatê Îraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê de.

Tedaxula rejîma Îranê bi mifahwergirtin ji wan hêzên çekdar, hewla geşedan bi terorîzm, alozkirina rewşa siyasî û ewlehiya çendîn welatan dide û sedema bingehîn a cihgîrnebûna aramî di Rojhilata Navîn de ne.