Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêntagon terha jinavbirina Ketayîba Hizbullah a Îraqê dadirêje

13:36 - 28 Adar 2020

Wezareta Berevanî ya Amerîkayê, bo jinavbirina Ketayîba Hizbullah a Îraqê ku girêdayê rejîma Îranê ye terhekê dadirêje.

Roja Înê, 8`ê Xakelêwe (27`ê Adar)ê, Wezareta Berevanî ya Amerîka, Pêntagon, bona jinavbirina hêzêke girêdayê rejîma Îranê bi navê Ketayîba Hizbullah a Îraqê, terhekê dadirêje ku armanca wê terhê jinavbirina yekcarî ya wê heza terorîst a girêdayê rejîma Îranê ye.

Rojnameya “New York Times” a welatê Amerîkayê tevî baskirina darêtina wê terhê ji aliyê “Pêntagon”ê ve, bas dike ku yek ji fermandên paye bilind yê Arteşa Amerîka tekezî li ser astengên locestîkî dike û hişdariyê li ser rengehiya şerekî berfireh digel rejîma Îranê dide.

Heya niha Serkomarê Amerîka, “Donald Trump”, cewaza cîbicîkirina wê terhê nedaye, lê bi Pêntagên îzin daye ku bona darêtina terheke leşkerî karên xwe bidomînin.

Pêka rojnameya “New York Times”, Wezîrê Berevanî yê Amerîka, “Mark Ispîr”, fermana darêtina wê terhê daye.

Fermandeyê hêzên Amerîka li Îraqê, “Rabêrt Rayt” li ser darêtina wê derhê hişdarî daye ku cîbicîkirina wê terha leşkerî renge bibe sedema şereke micid digel rejîma Îranê û herwisa dibe Amerîka çend hezar leşkerên din jî bo wê armancê bo Îraqê veguhaze.

Gurûpên terorîstî yên girêdayê rejîma Îranê bi berdewamî ji rêyên cuda ve êrîşên li ser binke û cihên mana hêzên Amerîkayê di Îraqê de dikin, ji ber vê yekê, Pêntagon neçar bi darêtina terheke wiha bûye.