Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Perwerdeya Navnetewî ji bo Xamineyî: “Girtina xweserane û binçavkirina çalakvanên sendîkayan, binpêkirina eşkere ya desthilatê ye”

12:07 - 4 Hezîran 2022

Sekreterê damezraweya “Perwerdeya Navdewletî” di nameyeke nerizayetî de ku bo rêberê rejîma Îranê Elî Xamineyî şandiye, tevî şermezarkirina binçavkirina xweserane ya çalakvanên sendîkaya mamosteyan ji aliyên hêzên ewlehî ve, daxwaza azadkirina demûdest û bêmerc a wan kiriye.

Sekreterê damezraweya “Perwerdeya Navnetewî” “David Edwards”, di nameya xwe de bo rêberê rejîma Îranê daye zanîn: “Mafê kombûna aştiyane û mafê avakirina rêxistinê ji mafên bingehîn têne zanîn. ji ber vê yekê jî girtin û binçavkirina çalakvanên sendîkayan, yên ku van mafan bikar tînin, mifaha xiraba eşkere ya desthilatdariyê ye”.

“David Edwards” gotiye ku wî, ew nameye bi nûnerayetiya “Perweredeya Navnetewî” ji bo Elî Xamineyî nivîsiye da ku bi vî awayî binçavkirina dehan çalakvanên sendîkaya mamosteyan ku di yekema meha Gulanê, roja Cîhaniya Kedkaran de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin, şermezar bike.

Perwerdeya Navnetewî (EI) wek Federasyona Cîhanî ya Sendîkayên Perwerdehiyê, nûnerayetiya 32 milyon kedkarên perwerdehiyê li 178 deverên cîhanê dike, ku Îran yek ji wan welatan e.

Mamosteyên Îranê di wan salan de bi caran li derheq rewşa mûçeyên xwe û guhnedana rejîmê bi daxwazkariyên wan kombûnê nerizayetiyê bi rê ve birine. Lê ew rastî givaş û êrîşa hêzên ewlehî hatine û bi dehan ji wan mamosteyan di niha de li girtîgehên rejîmê di bin givaşan de ne.