Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşangehekî nîgarkêşî bi hinceta 69’emîn salvegera Komara Kurdistanê bi rêve çû

13:52 - 22 Kanûna Paşîn 2015

Kurdistanmedia: Pêşangehekî nîgarîkêşî a zarokan ji aliyê Navenda Nêrgiz a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve di bargeha Polîtbîroya PDKÎ de bi rêve çû.

Li gor raporta malpera Kurdistanmedia, roja Çarşemî 21’ê Çileya Paşîn a 2015’an, pêşangehekî nîgarkêşî a zarokan bi boneya 22’ê Çileya Paşîn 69’emîn salvegera avabûna Komara Kurdistanê bi serperestiya Şoreş Zendî û Ferîde Zarêî di bargeha Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de bi rêve çû.

Pêşangeha han sibêdeya roja Çarşemî hat vekirin û heya 2 rojan ew pêşangehe bi ser beşdarbûyan de vekirî bû.

11867.jpg
Şoreş Zendî û Ferîde Zarêî

Di vê pêşangehê de 200 zarokên 3 navendên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê pişikdar bûn ku 150 nîgar (Neqaşî) ketine ber dîda pişikdaran û herwuha di vê pêşangehê de zarokên temen 3 salî heta 15 salî beşdar bûn.

Şoreş Zendê rêveberê pêşangehê bi peyamnêrê Kurdistanmedia ragehand: Armanca me bo birêvebirina vê pêşangehê ewa bû ku zarokan jî bi curekê di cejna salvegera avakirina Komara Kurdistanê de beşdar bikin û ew zarokane bikaribin bi hunera xwe pêşwazî ji cejna neteweyî weka salvegera damezrandina Komara Kurdistanê bikin.

Herwuha çendîn navendên zarokan, zanîngeha Koyê, xwendingeh, debistanan serdana pêşangehê kirin.

Ew pêşangehe piştî 2 rojan, roja Pênçşemî 22’ê Çileya Paşîn a 2015’an dawî hat û qirare ku ew zarokên di vê pêşangehê de serkevtine di rêûresma 69’emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê de bên xelatkirin.