Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergên Bajar di bajarê Selasa Bawecaniyê de bi hilkefta 25ê Gelawêjê peyameke pîrozbahiyê belav kirin

17:22 - 17 Tebax 2021

Pêşmergên Bajar di bajarê Selasa Bawecaniyê de bi hilkefta 25ê Gelawêjê, salvegera avakirina PDKÎ, peyameke pîrozbahiyê belav kirin.

Deqa peyamê wiha ye:

Silaveke germe şoreşgerane

Em wekî Pêşmergên Bajar û rêkxistina PDKÎ li devera “Selasa Bawecanî”, bi hilkefta 25ê Gelawêjê, salvegera avakirina Partiya xwe gerimtirîn pîrozbahiya xwe li hemû kadir, pêşmerge, endam û alîgirên PDKÎyê û serveyî hemûyan endamên rêberatî û malbatên şehîdan û girtiyên xweragire siyasî dikin.

Herwisa bi xwîna paqije şehîdên doza azadiya Kurdistanê sondê dixwin ku heta dawiyê rê û rêbaza PDKÎyê bernedin, heta tevlî karwanê sorxelatê şehidên xwe bin.

Serbikeve Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, biherife rejîma Komara Îslamiya Îranê

25ê Gelawêja sala 1400a Rojî

Rêkxistina PDKÎ

Bajarê Selasa Bawecanî