Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergên bajar di devera Jawero ya bajarê Sineyê de, bi hilkefta 26ê Xermananê çalakiyên banghêjî lidar xistin

18:16 - 16 Îlon 2020

Hejmarek ji kur û keçanên Pêşmergên Bajar li devera “Jawero” ya bajarê Sineyê, bi hilkefta “26ê Xermanan”ê, 28emîn salvegera terorkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî”  û hevalên wî, peyamek belav kirin.

Deq peyamê wiha ye:

Em kur û keç ên “Pêşmergeyên Bajar” li devera “Jawero” ya girêdayê bajarê Sineyê, 28emîn salvegera terorkirina Dr. “Sadiq Şerefkendî” û hevalên wî ji aliyê terorîstên rejîma Îslamî ya Îranê ve, şermezar dikin û careke din peymana wefadariya xwe digel Dr. “Sadiq”ê rêber û hevalên wî dubare dikin.

Em wekî kur û keç ên “Pêşmergeyên Bajar” li devera “Jawero” ya girêdayê bajarê Sineyê, sozê didin ku heta bidestveanîna armancên pîroz yên rêberê me yên şehîd û tev şehîdên Kurd û Kurdistanê, ji têkoşanê narawestin û radigehînin ku di xebata gelê me ya nû (Rasan)ê de, wekî piştevanê “Pêşmergên Çiya” têkoşanên xwe berdewam bikin.

Bilind û bi şan be bîr û yada şehîdên 26ê Xermananê

Mirin û neman bo rejîma terorîstperwer a Îranê

Hejmarek ji kur û keç ên “Pêşmergeyên Bajar” li devera “Jawero” ya bajarê Sineyê,

16ê Îlon 2020

26ê Xermanan a 1399an a Rojî