Li devera Sindûs û bajarê Neqedê, Pêşmergên Bajar ên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di peyamekê de pîrozbahiya 2`ê Rêbendan salvegera avabûna Komara kurdistanê kirin.
Peyama Pêşmergên Bajar ên PDKÎ li bajarê Neqedê wiha ye:
Em endam û pêşmergên Bajar cejna 2`ê Rêbendan li xelkê Kurdistan, PDKÎ, kadir, pêşmerge û endamên PDKÎ pîroz dikin.
Di zivistaneke sar de 74 sal beriya niha, bi hêzeke wekî rojê bûza dagîrkerên Kurdistanê hate helandin û Komara Kurdistanê ji aliyê xelkê nîştimanperwer ên Kurdistanê û “Pêşewa Qazî Mihemde” ve hate avakirin.
Ger ew landika sava bergiriya berçavtengî a dujminên Kurd negirt û bi hêzeke tepeserkar êrîşê li ser Kurdistanê hate kirin û Komar dagiîr kirin, lê xwîna rêber û ezmûna hikimdariya Kurd bo ezmûnek bo gelê Kurd.
Niha jî piştî derbasbûna sê çarîkên sedeyekê, morala me wekî polayê lê hatiye, û pêngavên me qahîmtir bûne, emê heya bidestveanîna maf û hêviyên kevnar, emê domkiryê rêbaza “Pêşewa Qazî, Qasimlo û Şerefkendî” bin.
Silav li rihê paqij ên şehîdên nîştimanê
PDKÎ
Devera Sindûs û Neqede