“Pêşmergên Bajar” di bajarê “Sine”yê de bi hikevta salroja terorkirina “Dr. Ebdulrehman Qasimlo” bi belavkirina peyamekê, sozdan ku heya dawiya jiyana xwe, rêbaza Şehîdan, bidomînin.
Deqa peyamê wihaye:
Di salroja terora “Pêxemberê Aşitî”yê, “Dr. Qasimlo” de, soz û ehda xwe nû dikin ku heya dawî dema jiyana xwe,em wefadarê rêbaza “Qazî, Qasimlo û Şerefkendî” û PDKÎ bimînin.
Di wê roja ku ti car nayê jibîrkirinê de, ku “Dr. Qasimlo” bi destê gemar yê rejîma sêdarê ve, bi awayekî necamêrane hate terorkirin û Şehîd kirinê, me sozê daye ku heya dawî dilopa xwîna xwe, bê ti tirsek, berdewamkerê rêbaza Şehîdên xwe bin û ti asteng û givaşek nikare pêşya armanca me bigire.
Merg û neman bo komara sêdare û treorîstperwer
Serketin bo gelê Kurd
Berdewam be xebata “Bajar û Çiya” bi rêberatiya Hizba Demokrat
“Pêşmergên Bajar” yên Sine ya xwînavî