
Pêşmergeyên Bajar li Bokanê di çalakiyek berfireh de bi belavkirina traktên PDKÎ bo careke din piştevaniya xwe li Pêşmergê Çiya, ragihandin û bi serdana tirba şehîdan, soza emegnasiya xwe digel rêbaza şehîdan nû kirin.
Ew cihên ku xortên Demokrat çalakiyên teblîxî lidarxistine, ev in: “Tabloyên ser rêya gundên Sêrêyana Qerekend heta gundên Qulxe Tepe, Baxçeyê gewre, Serbaxçe, gundê Terexe, çiyayê Mîrqaz, Paşbulax, Nobar, Seydawa, Ezîzkend û beşek li rêyên bingehîn ên gundên Çiwar Dîwar û Qadirawa û Koke”.
Herwisa Pêşmergê Bajar li Bokanê serdana tirba pîroza şehîdê fermande, “Mihemed Zengene” di gundê “Qulxetepe” û şehîdê fermande “Mihemed Sultanî” di gundê “Ezîzkend”ê de kirine û bi danîna camane û alaya Pîroza Kurdistanê li ser tirbên wan, soz dane ku heta gihîştin bi armancên pîroz ên şehîdên Hizb û gel, dest li xebatê bernedin.