Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergên Bajar li devera Kotol û Selmasê bi hilkefta koça dawî ya “Zahir Bedrî” peyama hevxemiyê bo PDKÎ şandin.

11:35 - 18 Hezîran 2021

Pêşmergên Bajar li devera Kotol û Selmasê bi hilkefta koça dawî ya “Zahir Bedrî” peyama hevxemiyê bo Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê şandin û wan digel şehîdên rêya azadiya Kurdistanê peymana wefadariyê nû kirin.

Deqa peyama wan wiha ye:

Silav li rihê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê

Silav li berxwedaniya pêşmergên Kurdistanê

Em wek Pêşmergên Bajar li devera Kotol û Selmasê, bi hilkefta koça dawî ya heval û fermandê mezin, “Zahîr Bedrî” serxweşiya dibêjine gelê Kurd û nemaze devera Kotolê û herwisa malbata wî û Hizba Dmokrat û kesûkarên wî, û em hêvîdar in li çeperên berxwedaniyê de jî bikarin erkê xwe bi cî bînin û herwisa bibin alîkarê sereke yê PDKÎ.

Di dawiyê de em peymanê digel şehîdên Kurdistanê nû dikin û heta dawiya jiyanê, em wefadarê rêbaza şehîdan in.

Pêşmergên Bajêr ên devera Kotol û Selmasê