
Pêşmergên Bajar li devera “Aleşîn”a ser bi bajarê Bokanê bi boneya şewa Yelda û şewa jidayîkbûna şehîd “Dr. Qasimlo” peyamek belav kirin.
Deqa peyamê wiha ye
Rêzdar malbata “Dr. Qasimlo”!
Rêzdar rêberatiya PDKÎ!
Rêzdar Rêkxistina Giştî!
Silav û rêz
Em wekî Pêşmergên Bajar bi boneya hatina şewa Yelda, şewa ji dayîkbûna rêberê zana û hertim zindî, “Dr. Qasimlo” pîrozbahiyê li malbata Qasimlo, rêberatiya PDKÎ, Rêkxistina Gîştî, Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê, girtiyên siyasî, şehîdan, kêmendaman û malbatên hemû xelkê Rojhilatê Kurdistanê û 4 aliyên Kurdistanê dikin û di wê şewê de peymana xwe nû dikin ku wê rêyê, her çende dijwartir be her çende ewraz û nişîv zêdetir bin û di nav mij û dûman û boseyan de be, bidomînin û divê dujminên me wê yekê bi başî bizanin ku heta rizgariya nîştimana xwe, çeka xwe nadanên û her dem tolhildan di hizra me de ye.