Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyên bajar bi eşkere çûne nav xelkê û çalakiyên banghêjî lidar xistin

13:45 - 13 Tebax 2021

Enedam û alîgirên PDKÎ li deve devê salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi awyekî berfireh çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Qehermanên Demokrat li bajarê “Merîwan”ê bi hilkefta 25ê Gelawêjê, di qutabxaneya gundê Musk, Beharan, parka Şano, Şebreng û Daseyranê, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Qehermanên Demokrat li gundê Tengîserê bi hilkefta 25ê Gelawêjê, trakt û posterên taybet bi wê rojê di nav gund de belav kirin.

Xortên demokrat li bajarê Sinê de bi hilkefta 25ê Gelawêjê di “şarka Seidî û parka Kûdek” de çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Xortên Demokrat di bajarê Pîranşarê de çalakiyeke bê mînak kirin û bi çek û rextan di nava bajar de çalakiya banghêjiyê lidar xistin.

Hevdem di gundên “Kelekîn, Bindirê û Şînawê” û li ser rêya sersînor, şeqama Mengur û termînal”ê jî çalakiyên banghêjê hatine lidarxistin.

Ciwanên demokrat li bajarê Serdeştê de bi hilkefta 25ê Gelawêjê, li “Mizgevta Bazar, Şirketa Te`avonî, şeqama Alwetan, Termînal, Goman, pira dîrokî ya Qelate Siyan, Keçelava, Musalan û Şirketa Gazê”, çalakiyên banghêjî lidar xistin.

Endamên PDKÎ li bajarê Şinoyê di taxên “Seydawê û Taçînawê” û herwisa li qutabxaneya 15ê Xurdad û gundê “Hesen Nûran”ê bi hilkefta 25ê gelawêjê, çalakiyên banghêjê bi rê ve birin.