Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peşmergeyên Bajar li gundê “Mêrawê” peyamek bi boneya salroja Şehîdên Kurdistanê belavkirin

13:29 - 2 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Pêşmergeyên Bajarê li gundê “Mîrawê” a girêdayî devera “Jawaro” a girêdaiy bajarê Sine, bi boneya salroja 10`ê Xakelêweyê, peymana emegnasiyê a xwe di gel rêbaza şehîdan nûkirin.

Peyama pêşmergeyên Bajar wiha ye:

Li pêxema bo şehîdê nîştiman şîn û girî.

Namirin ewên ku di dilê gel de dijîn.

Şehîd pêşengê rizgariya mertala gel û nîştimane.

Hevwelatiyên hezkirî, malbatên serbilind yên şehîdan, dirêjederên rêbaza tijî serbilindî a şehîdan li çiya.

Em jî, weke dirêjederên rêbaza pîroz a şehîdan li bajar, li gundê “Mêraw” li devera “Jawaro” a girêdayî bajarê Sine, bi boneya 10`ê Xakelêweyê, roja îdamkirina Pêşewayê Kurdan û şehîdbûna rêberên neteweya me, di gel rê û rêbaza, armancên tijî li serbilindî a hemû şehîdên sorxelat yên Kurdistanê, peymana emegnasiyê nûdikin ku, heya azadî û rizgariya netewe û nîştimana me ku, armanca bilind û pîroz ya hemû şehîdane, riya van berdewam dikin.

Silaveke gerim a berxwedanî li hemû şehîdên Kurdistanê.

Pêşmergeyên Bajar, yên li gundê Mêraw