Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşnimêjê Mehabadê neraziyên Mehabadê bi “gurûpek fitneçî” wesifand

17:05 - 12 Gulan 2015

Kurdistan Media: Mela Qadir Suhrabî, pêşnimêjê roja înê yê bajarê Mehabadê û dadwer li dozgeriyê de ragihand, xwenîşanderên wê dawiyê ên bajarê Mehabadê ku ji ber mirina biguman a “Ferînaz Xusrewanî” derketibûn ser şeqaman, bi ajawegêr û fitneçî dan nasandin.


Li gor rapora malpera Kurdistan Media, Qadir Suhrabî basa wê hindê kiriye ku hejmara xwenîşanderên roja pêncşemiya borî li bajarê Mehabadê de kêmtir ji 100 kesî bûne! Herweha ewa xwenîşander jî bi taqmek berjewendîxwaz û darûdestên biyaniyan wesifand.

Ew kesayetiya olî gotiye: “Ew xelkê ku pêşberî hotel “Tara”yê kom bibûn, beşek berbiçav ji wan, wek temaşevan li wir bûne û bûna wê xelkê jî bi asayî zaniye”.

10790.jpg


Suhrabî sedema kombûna xelkê li pêşberî hotel “Tara”yê vedigerîne ser şegaî û qerebalixiya cihê bûyerê û tekez kiriye ku hote li nizîk sê garac û termînalên giştî ên bajar de hiketiye.

Ew binav dadwer li dozgeriya Mehabadê de berpirsê liqa pirsgirêkên malbatî ye û li vê baweriyê de ye ku bûyerên vê dawiyê ên Mehabadê tesîr û bandorek nerênî li ser aboriya bajarê Mehabadê dike û dûkela vê bûyerê jî diçe cave xelkê de.

Mirina biguman ya Ferînaz Xusrewanî li hotel Tara ya Mehabadê ji torên civakî û medyayan de dengvedanek mezin peyda kir û paşan xelkê Mehabad û çend bajarên din yên Kurdistanê bi sedema xemsariya karbidestên dever û Îranê, nerazîbûna xwe nîşandan.

Çalakvanên siyasî û mafên mirovî ên Kurd di vê baweriyê de ne ku karbidestên Îranê ji bo veşartin û peçavtina rastiyan, bêdengiya xwe şikandin û çendîn gotinîn gotinên dijî hev anîn ziman.