Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşnivêjên roja Înê yên girêdayê rejîma Îranê propagende bo Rusiyê dikin

12:40 - 5 Adar 2022

Tevî nerazayetiyên medenî yên xelkê Îranê bi dijî êrîşa Rûsiyê bo ser Ukraynê, pêşnivêjên girêdayê rejîma Îranê li bajaran, welatê Ukrayn û NATOyê bi tawanbarê şer digel Rûsiyê dane xuya.

Ew hewla pêşnivêjên roja Înê di halekê de ye ku rejîma Îranê di Rêkxirava Navnetewî ya Welatên Yekgirtî de dengê bêalî bi şerê di navbera Rûsiye û Ukraynê de daye.

Bisporên siyasî dane zanîn ku ew hewla rejîmê bo wê yekê ye ku, hizra giştî bo aliyê xwe rabikêşe û bide xuya ku Rûsiyê bê tawan e û Ukrayn bi piştevaniya Amerîkayê ew şer qewimandiye.

Herwisa rêberê rejîma Îslamiya Îranê “Elî Xamineyî” gotiye: “Xelkê Ukraynê bi wê sedemê ku hikûmeta wê digel xelkê wekî biyanî bûye, di hember êrîşa Rûsiyê de berxwedan nekirine”!

Piştî wan gotinên “Elî Xamineyî”, rojnameya “Keyhan” ku girêdayî bi rêberê rejîma Îslamiya Îranê ye nivisandibû: “Xelkê Ukraynê di hember Rûsiyê de heta bi qasî îlametek nav zeviyan, berxwedan nekirine”!

Ew di halekê de ye ku cîhan rasterast çav li qehermanetî, berevanî û berxwedana hêzên leşkerî û heta medenî yê xelkê Ukraynê dike.

Ragihandinên girêdayê rejîma Îranê di wan du mehên derbasbûyî de mijûlê belavkirina propagende bo berjewendiya Rûsiyê bûne.