Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşnûma komkirina mahwaran li Kurdistanê domdike

22:27 - 3 Hezîran 2013

Kurdistanmeida: Hêzên întizamiyên rejîma Îslamiuya Îranê li bajarê Merîwanê dest bi komkirina mahware û dîşên hevwelatiyan kir.

Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, li taxên sêrêya Bêhzistî, Kûreya Mûsewî û Kemerbendî piraniya mahwarên welatiyan ji aliyê hêzên întizamiyan dest bi ser de hat girtin.

Hêzên întizamiyên rejîma Îslamiya Îranê bi awayeke girupî çûne serbanê malan û dest bi komkirina dîşên mahwarên hevwelatiyên bajarê Merîwanê kirin.

Her di vê pêywendiyê de sureta întêrnê bi awayeke berçav kêmkirine û hêla televîzyûnê jî arîşe bo hatiye çêkirin.

Bi gotina şahidan, hêzên Întizamî bi berdewamî mêjûlê geryan li nav tax û kula ê bajar de dikin û gelek ceran jî lêgerînê ji Ciwanan dikin.