Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pevçûn di navbera hêzên leşkeriyên rejîm û xelkê devera Mihabadê

21:35 - 12 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Çend rojan berî niha pevçûnek di navbera hêzên rejîma Îranê û akinciyên gundekî devera Mengurayetî a ser bi bajarê Mihabadê hate gorê.
Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, çend rojan berî niha hejmarek ji hêzên rejîma Îslamiya Îranê bi hinceta girtina akinciyekî gundê “Gageşa xwarê” li devera Mengurayetî çûbûne nav gund.
Bi gotina akinciyên wê deverê, hêzên çekdarên rejîm di demekê de ku çûbûna mala “Mam Rehman” û xwastine kurê wî destbiser bikin, li gel dijkiryara xelkê berbirû bûne û pevçûn hatiye gorê.
Akinciyên gundê “Gageşa xwarê” serbarî teqeya hêzên rejîm, nehêştine hêzên çekdarên rejîm kurê “Mam Rehman” tevî xwe bibin.
Bi gotina akinciyên gundê “Gageşa xwarê”, ew hêzane bi heceta arîşeyên zevî û zar ku piştre di navbera çend malbatekê de qewimî bû, xwastine hevwelatiyê han destbiser bikin.