Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêwendiya di navbera Îran û Amerîkayê

14:49 - 13 Çirriya pêşîn 2013

W: Mo’tesem Nûranî

Di Rêkxirawa Neteweyên Yekbûyî de, roja 26’ê Septamberê, Can Kêrî Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê, û Mihemed Cewad Zerîf Wezîrê Karê Derve yê Îranê piştî 35 salî alozî û nakokiya di navbera her du welatan bi awayekî rasterast li hev civiyan. Hinek ji çavdêrên siyasî li ser vê baweriyê ne ku her çend ku ev hevdîtin bi armanca dîtina riyekê bo çareserkirina kêşeya programa navikî ya Îranê pêk hat, lê ew yek vekirina deriyekê dibe bo bidawîanîna kêşe û nakokiyan di navbera wan du welatan de. Can Kêrî û Zerîf di roja civîna Konseya Ewlekariyê ya NY de, cara yekemîn nîv demjimêrî bi hevre rûniştin û piştî vê hevdîtina kurt digel wezîrên karûbarên derve yên Birîtanya, Feranse, Rûsiye, Çîn û Almanya li hev civiyan.
Hemû aliyekê encama civîna vê carê ya wezîrên derve yên welatên 5+1 bi Mihemed Cewad Zerîf re, derheq çareseriya kêşeya programa navikî ya Îranê baş nirxandin, û bi helwesta vê carê ya Îranê xweşbîn bûn. Heta roja piştre Hesen Rûhanî serkomarê Îranê û Barak Obama serkomarê Amerîkayê bi telefonê bi hevre axivîn. Rûhanî jêve ye ku divêt bilez kêşeya etomî ya Îranê bê çareserkirin û pêwendiya di navbera Îran û Amerîkayê bê asayîkirin, lê Hesen Rûhanî digel komek kêşeyên navxweyî û derveyî berbirû ye. Serkomarê Îranê li 68’mîn civîna salane ya Civata Giştî ya NY de, axivî û axavtina wî zêdetir wek gotardan û şîretkirinê bû. Ew di cihê vê de ku riyekê bibîne bo nehêlana kêşeyan, lê gellek bi kurtî bas ji kêşeya Sûriyê û pirsa navikî û kêşeyên pêwendîdar bi Îranê kir. Axavtinên wî beşa herî zêde ducarîbûna axavtinên Ehmedînijad bûn, lê bi zimanekî zelaltir, û zîrekanetir, ew jî bo razîkirina tundrewên navxwe ên rejîmê bûn.
Di demekê de ku bang bo aştî, demokrasî, na tundûtîjî û bidawîanîna bi cudahîdanînan ji riya sindûqên dengdanê li cîhanê de kir, ku 35 sal e ew bixwe asteng in li ser riya aştiya cîhanî, û azadî û demokrasiyê, û mafê mirovan binpê dikin, û nedadperwerî û ferq û cudahiya regezî, neteweyî, ayînî û ayînzayî, li yasaya bingehîn ya Îranê de cih girtiye.

Komara Îslamiya Îranê astengiyeke din ya navxweyî heye ku ew jî Sipaha Pasdaran ya Şoreşa Îslamî ye, ku piştî şerê Îran û Îraqê bûye hemû kare, û rojbiroj zêdetir hatiye nav cergeya deshilatê de, û fermandeyên sipahê destêwerdanê di nav karûbarên siyasî ên Îranê de dikin, û şademarê aboriya Îranê jî di estên wan de ye, û di hemû karên navxweyî û derveyî de destêwerdanê dikin, û heta gellek caran gefan dixwen. Xamineyî neçar bû ku di du hefteyên borî de daxwazê ji wan bike ku erkê Sipaha Pasdaran bergiriya neteweyî ye, ne destêwerdana di nav siyasetî de. Di vir de ew pirsyara tê holê ku gelo Îran amade ye ku dest ji programa navikî hilgire, ku bi milyardan dolarî jêre hatiye xerckirin, û wê amade be desta ji kêşeya Sûriyê hilgire û pişta rejîma Esed berde? Ew jî astengî ye li ser riya Rûhanî, ji ber ku Îran bi metersiyeke pirr mezin re berbirû ye, her eva ku Xamineyî navê wan gotûbêjan dadinê “lihevkirina cesûrane”, eva heman cama jehrê ya Xomeynî ye ku bo cara duyemîn bi neçarî Xamineyî divexot.

Ji aliyek din ve Obama jî bi gellek kêşeyan re berbirû ye, ji ber ku ew gemaroyên aborî ku bi ser Îranê de hatine sepandin, beşek ji wan Konseya Ewlekariyê danîne, û beşek ji wan jî YE danîne, beşek jî Kongireya Amerîkayê danîne, û beşek jî bi destûra Obama birêve çûne. Obama dikare tenê ew gemaroyên bixwe li dijî Îranê danîne, li ser Îranê rake. Her niha di nava Kongireya Amerîkayê de kêşe heye li ser rakirina tehrîman.
Her lihevhatinek digel Îranê bêy baldana bi encamên wê ji aliyê Komarîxwazan ve mehkûm e. Marko Ribyota heya niha zêdetir ji 15 senator kom kirine, ku pêdagir in li ser vê ku heya wê demê ku Îran piraniya programên xwe yên navikî nerake, û ji wîlayeta feqîhî re nekne lîbral demokrasî, nabe gemaro li ser Îranê bêne rakirin.
Barak Obama hekî bi girnijîna Hesen Rûhanî bê xapandin, û guh ji bo zimanê nerm û şîrîn yê wî ragire, û bihêle ku rejîma Îranê demê bi dest bîne û sozê bide ku çekên navikî çê neke, dest ji tewaya şerxwaziyên xwe bikêşe, bê guman ew şaş in, ji ber ku rejîma Îranê ne cihê baweriyê ye.