Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyam û daxwaza parek ji xortên Herêma Mirgewer bo xelkê welatparêze Kurdistanê

11:40 - 17 Şibat 2020

Peyam wihaye:

Em Xortên Diza Mirgewer bi xwîna şehîdan sond Dixon ku heya serkevtinê , dê berdewam bin di ser xebatê.

Herwekî hemi aliyek dizane,di çend rojên dahatî de, Şanogeriya rejîma cinayetkar dê birêwe biçe, herçiqas yêk ji prosên siyasiye heçî neteweyekê, dengdane, lê di Îranê de , wê rejîmê çi bavirî bi dengê xelkê tunîne û tenê bona bidestwe anîna meşrû`îyetê dixwaze bi hemi firt û fêlekê xelkê bixapîne û rakêşe ser sindûqan.

Ewa 41 sale wê rejîmê Maf û Xaka me dagîr kiriye û têniyê xwîna Kurdaye, roj nine ku xwîna Lawên Kurd bi destê celadên wê rejîmê nerije.

Bi hegera dujminayetiya wê rejîmê ku derfeta kar li kurdistanê dabîn nake, xortên kurd roj nine ku li Riya dijvare kolberiyê de cane xwe ji dest nedin.

Lewma em daxwazê ji gelê xwe dikin ku bona rêz girtin ji xwîna Xortên Kurd, bi çi avayekê beşdariyê di Hilbijartina rejîmê de nekin.

Bila ew hemi cinayet û sitem û bê mafîya li bîra me be.