Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama baykotkirina hilbijartinê ji aliyê tayên parêzgehên Urmiye û Sine ên Yekîtiya Pîşeyiya Mamosteyên Kurdistana Îranê

11:43 - 16 Hezîran 2021

Tayên parêzgehên Urmiye û Sine ên Yekîtiya Pîşeyiya Mamosteyên Kurdistana Îranê di peyamekê de şanoya hilbijartina rejîma Îranê baykot kirin.

Di peyama Yekîtiya Pîşeyiya Mamosteyên Kurdistana Îranê ya taya parêzgehên Urmiye û Sineyê de hatiye: “Mamoste û tev xelkê Kurdistanê, beşdarînekirin û baykotkirina şanoya hilbijartina Serkomarî û Şêwreya gund û bajar, vejîneke azad û perwerdeyeke serdemiyane, demokrasî, dadperwerî û mafê netewî ye”.

Wan di peyama xwe de gotiye: “Em daxwazê li tev mamostayan, dersxwanan û malbat û komelên xelkê Kurdistanê dikin ku bi her awayekî be şanoya hilbijartinê baykot bikin û çiyê din tendûra dujminê mirovahî germtir û gurrtir nekin, û ew kesên ku xwe berbijêr dikin û beşdariyê dikin, em wekî xiyanet bi çarenivîsa xelkê Rojhilatê Kurdistanê didine zanîn, û baykotkirin rêzlênan e bi xwîna şehîdên rêya azadiya Kurdistanê, girtiyên siyasî, malbatên serbilind ên şehîdan.”