Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Bereya Yekgirtiya Kurd bi hilkefta 2`ê Rêbendanê, salroja avakirina Komara Kurdistanê

11:54 - 21 Kanûna Paşîn 2022

Bereya Yekgirtiya Kurd bi hilkefta 2`ê Rêbendanê 76`emîn salvegera avakirina Komara Kurdistanê peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

76 sal bi ser 2`ê Rêbendana sala 1324`an re derbas dibe, ew bûyera bû rojek dîrokî bo gelê Kurd bi giştî û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê.

Di roja 2`ê Rêbendanê de, dilsozên gel bi avakirina Komara Kurdistanê, bi sekirdayetiya Serkomar Qazî Mihemmed, Komara Kurdistanê li navenda bajarê Mehabadê de ava kirin û bi awayî fermî ragihandin.

Ragihandina pergala Komarî di vê rewşa dîrokî û cuxrafî de, tişteke ninûme û bivêrane bû. Di demekê de ku seranserê navçeyê li destê pergala paşayetî û di bin desthilata dîktatorên serberedayî de dihate tepeserkirin, avakirina sîstemek a Komarî û herwisa bi birêveberatiya herî dadperwerane tişteke taybet bû.

Ev Komara di temenên zêrîn yê 11 mehên xwe de û di bin givaşên hemû alî de, bi awayî herî lêhatî û kêrhatî şiya evqas karan encam bide ku şûnwarên vê heta îro rojê jî, li ser civaka Kurdî bandor hebe û gelê Kurd weke nostalojiyayê çav lê bike û hêvîxwazê dubarebûnê be.

11 mehan birêvebirina welatek bi birêberayetiya kesayetiyek tak û canliserdest ku piştî hilûşandina Komarê, bi pîlana xwedîhêzan û herwisa bi destê hêzên paremayî û kevneperestên navxweyî yên vê serdemê, xwe dike goriyê vê û netirsane diçe li ser darê û bo heta hetayî dibe Pêşewayê gelê Kurd û tev azadîxwazan.

Cejna 2`ê Rêbendanê pîroz be

Bereya Yekgirtiya Kurd

1`ê Rêbendana 1400`an a Rojî