Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama endamên PDKÎ ji Urmiyê ve bo nû kirina peymanê di gel rêbaza Qasimlo

13:44 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2020

Endam û alîgirên PDKÎ ji bajarê Urmiyê ve, bi hilkevta 22 yê Pûşperê 31 emîn salvegera şehîd bûna Dr. Qasimlo, rêberê mezin û Ebdulla qadirî Azer endamê Kumîta Navendî, ji aliyê terorîstên rejîma Îslamiya Îranê ve, peyamek belav kirin û di gel rih û rêbaza şehîdan peyman nû kirin.

Di parek ji peyama têkoşerên PDKÎ li Urmiyê hatiye: Dr. Qasimlo xwediyê hizrekî mezin bû û ji bilî xebat bo bidestve anîna mafê Kurd, wî cehda demokratîze kirina Îranê û pêk anîna aştiyê di nava gelan de jî dikir, lewma Qasimlo ne tenê bo me yê Kurd , belkî rêberekî bê hempa bû bo hemî Îranê.

Ji dest dana Qasimlo yê xwedî hizr û azadîxwaz, xesarekî mezin bû bo mirovatiyê.

Di dawiya peyama endam û alîgirên PDKÎ ji Urmiyê ve hatiye: Em rêvîngên rêbaza Şehîdan, soz didin ku heya bi dest ve hatina armancên netewa xwe, emê domderê xebatê bin.

Hezaran silv li ser riha şehîd Dr. Qasimlo û Ebdula qadirî Azer û hemî şehîdên doza gel.

Rêbaza qasimlo berdewamê

Parej ji pêşmergên bajar , ji Urmiyê ve