Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama hewxemiya Lêpirsyarê Giștî yê Partiya Demokrart a Kurdistana Îranê, bi boneya bûyera agir kevtina bajrê Seqizê

16:11 - 6 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi boneya bûyera daxdar ya agirkevtina bajarê Seqizê peyama hevxemiyê belav kir.

Peyamê wiha ye:

Mixabin bûyera agirkevtina talara Mange Şev li bajarê Seqizê ku bû sedama can jidestdana hejmarek ji xortên kurd û birîndarbûna dehan kesên din, em hemû xembar kirin.

Bi vê hilkefta cihê xembariyê, ez bi navê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, tevî xembariyê li derheq wê bûyerê, hevxemî û hevderdiya xwe digel malbatên rêzdar ên şehîdên wê bûyerê didme xûya kirin, û em hivîdarin ku birînên birîndaran jî bi zûtirîn dem nojdarbin.

Mistefa Hicrî

Lêprsyarê Giştî yê Partiya Demukrat a kurdistana Îranê

15`ê Sermaweza 1398`an

6`ê Kanûna Pêşîna 2019`an