Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Kebudwend li girtîgeha Êvînê: Dewletên Herêmê gelê Kurd li Suriyê serbest bihêlin

20:42 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Berpirsê giştî yê Rêxistina berevanî ji Mafê Mirovan li Kurdistanê de li girtîgeha Êvîn ya bajarê Tehranê Peyamek bo Partî û Rêkxistinê Kurdî li Kurdistana Suriyê bilav kir.


Nusxeyek ji vê peyamê bi destê malpera Kurdistanmedia gihîştiye

Deqa peyamê:

Tevî destxweşî ji îrade û netirsiya çalakên siyasî û Sivîl û Partî û rêkxistinên Kurd jibo bidest xistina mafên gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê û tevî destxweşî û rêzgirtin ji wan jibo parastin ji aştiyê û parastina gelê Kurd li hember şerê navxwe û mal wêranker ku heyamê 2 salane li welatê suriyê berdewam e,biryara civaka siyasî ya wî welatî jibo ava kirina dewletek Otonom bo herêma Kurdistana Suriyê û bakûrê wî welatî bi gavek hevce û yasayî dizanim û bi piştewanî ji hêvî û xweziyên kevnar yên gelê Kurd jibo bidest xistina mafên demokratîk û xwestikên yasayî, keyfxweşî û havdiliya xwe li vê derheqê de didim zanîn.

Mixabin Civaka Kurdî li Suriyê bi salane ku bi qebul kirina gelek ferq û cûdahiyan û kêmasiyên siyasî, çandî,civakî, aburî û nebûna mafên destpêkî yên Şaromendiyê, tevlî gelek zolm , tepeserî,tundûtîjî û nebûna çi mafekê rûbirû bûne.

Ez Mihemed Sidîq Kebudewend girtiyê berevanker ji mafê Gelê Kurd ji aliyê xwe û Rêkxistina Berevanî ji Mafê Mirovan li Kurdistanê, tevî nîşandana dilgiraniya xwe ji doma şer û xwînrêjiya ku li Suriyê de berdewame,Dewleta niha û dijberên wan bi qebul kirin û nasîna mafên bingehîn û mafê hebûna otonomî û aştî xwaziya gelê Kurd û dawî anin bi Şer û parastina Mafê Mirovan gazî dikim û ji dewletên herêmê daxwazê dikim ku Gelê Kurd li Suriyê jibo bidest xistina mafên xwe serbest bihêlin.

Mihemed Sidîq Kebudwend
Tehran/Girtîgeha Êvîn