Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ bi hilkefta roja cîhanî ya zimanê dayîkê

12:38 - 20 Şibat 2022

Lêpirsiyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî”, bi hilkefta 21`ê “Şibat”ê roja cîhanî ya zimanê dayîkê, peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Ziman şademara neteweyî ye

Zimanê me girîngtirîn nasnameya me ye, lewma Komara Îslamî pêşiya xwendina zarokên me bi zimanê Dayîkê digire da ku bi xeyalên xwe, me di ziman û kultûra xwe de bide helandin.

Lê, sedan mamosteyên nîştimanperwer bi têkoşîna xwe nehêlane ew xewina rejîmê bê gorê û herwisa di vê derheqê de, nirx jî dane.

Roja zimanê dayîkê, ji wan mamosteyan û dersxwanên hişiyar ên wan û tev xemxwarên zimanê Kurdî pîroz be.

Mistefa Hicrî

1`ê Reşemeha 1400`an a Rojî

20`ê Şibata 2022`an