Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Mistefa Hicrî” bi hilkefta roja Xwendekarên Kurd, pirzbahî li xwendekarên Kurd kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Peyama “Mistefa Hicrî” bi hilkefta roja Xwendekarên Kurd
12`ê Banemer, salvegera şehîdbûna “Îsmaîl Şerîfzade” û hevalên wî li hemaseya berxwedana mezin ya xotrên qehreman yên Demokrat li salên 46-47`an digel rejîma Paşayetî a Îranê de ye, bi wê hilkeftê, ew roje wekî roja Xwendekarên Kurd hatiye diyarîkirin.
Di wê rojê de, tevî pîrozbahîkirin li tev Xwendekarên Rojhilatê Kurdistan û Yekîyetiya Xwendekarên Demokrat ya Rojhilatê Kurdistanê, em bejna xwe bona rêzgitin li şehîdên wan salan û hemû şehîdên doza rizgariya gelê Kurd ditewînin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Lêpirsyarê Giştî
Mistefa Hicrî
11`ê Banemer a 1399
30`ê Nîsan a 2020