Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Lêpirsyraê Giştî ê PDKÎ bo xelkê Kurdistanê li derheq nexweşiya Koronayê

12:14 - 9 Adar 2020

Lêpirsyarê Giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî”, di peyamekê di daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir ku li derheq belavbûna nexweşiya Koronayê de bi xwe çareyekê peyda bikin û di hawara hev de herin, çimkî rejîma Komara Îslamî a Îranê ti karekî encam nade.

Deqa peyamê wiha ye:

Hevnîştimanên hezkirî

Nîştimana me Kurdistan, bi sedema sitemkarî, gendelkarî û nezanperwerî ya rejîma dagîrker ve rûbirûyê nexweşiyeke mezin a bi navê nexweşiya vîrûsa Koronayê bûye. Di niha de siya nadiyarî a mirinê di şeqam û kolanan de digere û canê xelk û jiyana nîştimana me xistiye metirsiyê.

Em hemû dizanin ku ew nexweşiye ya malwêrankar, rejîmê li Çînê anî û xiste nav civatgehê û ji bo ku bigihîje armancên xwe yên dijegelî ku heya mehekê weşart, da ku ew karasete teqiya û em rojane mirina ezîzên xwe û nexweşketina heval û xizmên xwe dibînin.

Di wê rewşa karesatbar de, hekî rejîma Îranê hikûmeteke xelkê baya, her ji destpêka vê karesatê ve ku agehdar bibû, xelk agehdar dikir bo xweparêzî û hemû îmkanatek jî bo wan terxan dikir bo rûbirûbûn digel wê nexweşiyê û rêgirtin li berfirehbûn û belavbûna wê, lê ne tenê ew karê han nekir û nake jî, belkî ew mask û lepik û elkola ku heye û enbar kirine bi nirxekî bilind bi xelkê bifiroşe û bazirganiyê bi mirina xelkê bikin!

Di wiha rewşekê de çavnhêrê wê rejîma dirinde bûn da ku bê û hawara wê xelkê ve here û çavnihêriyeke bê cih e û bê bingeh e. Boye hewceye bi rohnî û bi bê ti dudiliyekê wê yekê em bêjin ku hekî Kurdistan û netewa Kurd di hawara xwe de neçin ew rejîme ti karekî bo wan nake û heta axûnd jî ku çavkaniya belayan in, ji bajarê Qumê ve bo Kurdistanê vediguhezin! Bo wê ku em bi hawar xwe û nîştimana xwe ve herin hewceye ew mînakane li ber çav bigrin:

. Hemû rênimiyên pizîşkan ku di çavkaniyên cihê bawerê yên Saziyên Pizîşkî yên Cîhanî de ku rojane di nav torên civakî de dixine ber nêrîna we, bi hûrî ber çav bigrin.

. Dema ku gelek gelek hewce nebe, serdana cihên giştî û pir heşîmet nekin.

. Bi dirustkirina tîmên biçûk ên xelkê, cihên jiyanê û cihên giştî yên derdora xwe dijegemarê lê bidin.

. Di çarçoveya tîmên medenî û biçûk de, hewla alîkariya yekdu û nemaze malbatên kêmdahat û bêpenah û hejar bidin. Rengvedaneya dehan û sedan tîmên medenî yên biçûk, ku hemû Kurdistan ji xwe ve bigre û ezmûnên xwe bi peyam bo yek du veguhezin, hem Kurdistan derbas dike û hem jî civatgehê qahîm dike.

. Ewên ku hewla gendelî, mifaha nebicî vergirtin û bazirganî bi xwîna xelkê ve dikin, rezîl bikin.

. Hevweqetîna kesan li yek û afirandina tirsê, hem bi qazancê nexweşiyê ye û hem jî rejîmê. Di niha de nexweşiya Korona û Komara Îslamî a Îranê wekî yek bela ne bo civatgehê, ji bo vê jî hekî ji bo rûbirûbûn digel rejîmê jî bûbe, hevdilî û bi hev re hewldanê zêdetir bikin. Tûndtirkirina vehûnandina pêkvebûn bi li ber çav girtina hemû rênmiyeke pizîşkî li qonaxên piştî Koronayê Kurd bi ser rejîmê de zal dike.

Bi hêviya serketin bi ser wê nexweşiyê û çavkaniya hemû zilm û nexweşiyek wate Komara Îslamî de.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî