Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Mamosta û Qutabiyên Zanko yan bi hilkevta 22 yê Pûşperê

13:09 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2020

Peyama parek ji Mamosta û qutabiyên Zanko yên bajarêt Serdeşt, Pîranşehr, Nexede, Şino, Mihabadê bi hilkevta 22 yê Pûşperê

Di destpêka wê peyamê de hatiye: em peymanê di gel rêbaza Dr. qasmlo yê mezin , mamostayê mezin nû dikin ku heya bidestve hatina mafê gelê kurd û geheştina bi azadî û demokrasî û dadperwerî û nehêlana sîbera reşe sitemê li kurdistanê de, ku hemî armancên Dr. Qasimlo bûn,em ji xebatê nasekinin û emê her rêvîngê emegdare wî sitêrka geşe esmanê xebatê bin.

Dr. Qasimlo tenê xwedî hizrekî di nava Pirtukxanan û zankoyan nebû, belkî wî she bi wê yekê kiribû ku hekî fikr û hizrên herî ciwan jî, hekî nekevne varê kiryarê, ti bandorek li ser civatgehê çinabin. Her lewma wî cehd kir ku di nava PDKÎ û tevgêra rizgarîxwazane de, hizr û fikara xwe bike kiryar. Dr. qasimlo hem xwedî hizir bû, hem şorişvanê nava qada kiryarê bû, her ew taybetmendiya bû ku Qasimlo ji rêberên dinê cuda dikir.

Mamosta û Qutabiyên Zankoyan ji bajarên Serdeşt, Pîranşehr, Nexede, Mihabad, Şino  di peyama xwe de, soz û peyman di gel rêbaza rêberê xwe yê mezin nû kirine û ragihandine heya ser emê rêbaza wî bidomînin.