Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê bi boneya girtina bi kom a welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Komra Îslamî ya Îranê ve peyamek belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Peyama Navenda Hevkarî bi boneya girtina bi kom a welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve
Hevnîştimanên hezkirî
Xelkê nîştimanperwer ên Kurdistanê
Kom û komelên mirovdost
Cardin hêzên rejîmê dest avêtine bi girtin û peykevtina welatiyên Kurd, û pêka amaran li heyama kêmtir ji heftiyekê de hejmarek ji welatiyên Kurd li bajarên Mihabadê, Bokan, Rebet, Nexede, Merîwan, Sewlava, Sine û Kerec ji aliyê hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ve hatine girtin.
Komara Îslamî ku bi sedema siyasetên xwe yên çewt û dijemirovane, rewşeke dijwar a aborî bo xelkê Îranê afirandiye û di wê serdema vîrûsa Koronayê de jî, tevî zêdebûna asta bêkarî, hejariya jiastderkevtî û veqetîna tev behayên mirovî, ji tirsa serhildana hemû xelkê nerazî, cardin di Kurdistanê de dest avêtiye bi girtina bi kom û li pey ketina xelkê medenî û jîngehparêzan ku wisa dizane bi peyrewkirina wê siyaseta xwe dikare xelkê Kurdistanê bitirsîne.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kuristana Îranê, daxwazê ji navendê navnetewî û saziyên mafê mirov dike ku bo azadkirina bê merc a girtiyan, givaşên xwe li ser Komara Îranê zêdetir bikin. Herwisa em daxwazê ji tev xelkê Kurdistanê dikin ku piştevanê girtiyan û malbatên wan bin û bi hemû awayekî nerizayetiyên xwe li hember bi girtina çalakvanên medenî nîşan bidin.
Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê
27`ê Befranbara 1399`an a Rojî
16`ê Kanûna Paşîn a 2021`an