
Serkomarê Amerîkayê “Donald Trump” li yekemîn roja sala nû a Rojî, di peyamekê de pîrozbahiya newrozê gote xelkê Îranê û îşare bi xwenîşandanên sala derbasbûyî ya xelkê Îranê kir.
Serkomarê Amerîkayê “Donald Trump” di peyama xwe a Newrozê de got: "Newroz, yekmîn sala biharê, destpêka sala nû ye û Îranî û gelek xelkê Rojhilata Navîn, Asiya Navîn, Amerîka û gelek cihên din ên cîhanê wê cejinê digrin.”
“Sala ku derbas bû, bo xelkê Îranê saleke dîrokî bû. Me Îraniyên netirs û çeleng dîtin ku di seranserê Îranê de li dijî gendeliya hikûmeta xwe rabûne ser xwe û daxwaza bersivdana berpirsan dikirin.”
Herwisa navbirî di peyama xwe de wiha jî got: "Xelkê Îranê eşkere kirin ku dixwazin rêberek hebin ku nûnerê wan be, ne di xizmeta berjwendiyên rejîma gendel a xwe de be. Xelkê Îranê hêjayê vê yekê bûn ku hin rêber hebin guh bidine axavtinên wan û rêzê ji bo wan danên, û li ser wan sermayeguzarî bikin; Ne rêberên ku hevdem bi hederdana perê xelkê bo pêşvebirina Navkiya xwe û ceribandina mûşekên zêde, wan bike armancê xwe û ceza bide.”