Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ bi hilkefta 8`ê Mars

10:18 - 8 Adar 2021

Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ Mistefa Hicrî, bi hilkefta 8`ê Mars roja cîhanî ya Jin, peyama pîrozbahiyê belav kir.

Peyam wiha ye:

8`ê Mars, roja cîhanî ya Jin, hilkeftek e ku destkevt û pêşketina mafê jinan di warên cuda de bilind radigre. Hevdem vebîranîna rewşa sitem û cudahîdanîna ser jinan e ku gelek rehendên cuda heye.

Di vê derheqê de, rewşa sitem û serkut û bê nirxkirina jinan û mafê wan li Îrana di bin desthilata Komara Îslamî ya Îranê de, rewşeke berdewam bûye; Bi awayekî ku sala 2019an, pêka raportên cîhanî, Komara Îslamî li xişteya yeksanî ya regezî de, di nav 19 welatên Rojhilata Navîn de, li tenişt welatê Sûriye, Îraq, Pakistan û Yemenê li rêzeya 16`em de bûye.

Di bernameya Partiya Demokrata a Kurdistana Îranê de, mafê yeksaniya jin û mêr, wek esleke neguher û bingehîn a îsbatkirî ye û xebat bo tê kirin û hevdem jî, wek piresnsîbeke demokratîk û cîhanî, me bawer pê heye û em daxwazkarê yeksaniya mafê jin û mêr di malbat û civatgehê de ne.

8`ê Mars li tev jin û mêrên yeksanîxwaz pîroz be.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî