Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Mistefa Hicrî” bi hilkefta sala nû ya Zayînî peyamek belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Peyama Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ bi hilkefta sala nû ya Zayînî
Sala nû ya Zayînî pîroz be
Bi hilkefta sersala nû ya Zayînî û jidayîkbûna Hz. “Îsa Mesîh”, ez pîrozbahiyê li hevwelatiyên Kirîstiyan li Îranê û nemaze li welatiyên Kirîstiyan li Rojhilatê Kurdistanê dikim, hêviya me ye ku sala 2021`an bibe sala aşîtî û pir ji xweşiyan bo tev aliyan.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Lêpirsyarê Giştî
Mistefa Hicrî
31`ê Kanûna Pêşîn a 2020`an
11`ê Befranbara 1399`an a Rojî