Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ bi hilkefta sersala nû ya Zayînî

12:51 - 30 Kanûna pêşîn 2021

Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê “Mistefa Hicrî”, bi hilkefta sersala nû ya Zayînî peyamek pîrozbahiyê belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Peyama pîrozbahiya rêzdar Mistefa Hicrî, Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ bi hilkefta sersala nû

Salroja jidayîkbûna Pêxember “Îsa Mesîh” û cejina sersala nû ya Zayînî, ji hemû hevwelatiyên Mesîhî yên li Kurdistan û bi taybet Mesîhiyên ku li Kurdistana Îranê rûniştî ne, pîrozbahî dibêjim.

Hêvî dikim sala 2022`an, bo hemû aliyan salek pir ji xweşî, aştî û birayetî be.

Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî

9`ê Berfranbara 1400`an

30`ê Kanûna Pêşîn a 2021`an