Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Lêpirsyarê Giştî yê PDKI ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

14:08 - 12 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Lêpirsyarê Giştî yê PDKI di peyamekê de pîrozbahiya partiyê gehande Mesrur Barzanî Serokwezîrê nû hilbijartî yê Herêma Kurdistana Iraqê.

Deqa peyam bi vî awayî ye:

Rêzdar cenabê kek Mesrur Barzanî

Silaveke dostane,

Ez ji aliyê xwe û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, pîrozbahiyên germ pêşkêşî we dikim bi boneya hilbijartina we li Parlemana Herêma Kurdistanê wekî serokwezîrê wê herêmê.

Bê guman di vê qonaxê de ku Herêma Kurdistanê ligel gellek pirsgirêk û kêmasiyên navxweyî û derveyî berbirû ye û çavnihêriya xelkê jî li kabîneya nû ya hikûmetê bi serokatiya we yê rêzdar di asteke bilind de ye, berpirsyariyeke gellek mezin ketiye stûyê we.

Em hêvî dikin bi hestkirin bi vê berpirsyariyê û di heman demê de mifahwergirtin ji hemû derfetan, hûn li ser astengan zal bibin û Herêma Kurdistanê ber bi ewlehî, aştî û avedaniyê rakişînin.

Ligel rêzên dubare

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê 

Lêpirsyarê Giştî

22`ê Cozerdana 1398´an a Rojî

12`ê Hezîrana 2019´an