Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ li derheq tomarkirina Hewramanê li Yuniskoyê

13:10 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2021

Peyama pîrozbahiya rêzdar “Mistefa Hicrî”, Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ bi hilkefta bi fermînasîna Hewraman li lîsteyê cihwarên kevnar ên cîhanê di Yuniskoyê de.

Deqa peyamê wiha ye:

Hewraman wek navçeyek kevnar, bi dinayek destkevtên dîrokî di warê wêje, siyaset, kelepûr û ji hemûyan girîngtir bi piştevanê tev şoreş û berxwedanên Kurd hatiye naskirin.

Em kêfxweş in ku di dawî biryara Yuniskoyê de, ev navçeya Rojhilatê Kurdistanê kevte nav lîsteyê cihwarên girîng ên mirovayetiyê di cîhanê de.

Ev biryara Yuniskoyê nîşan da ku Kurdistan xwediyê dîrokek kevnar û netewa Kurd xwediyê şaristaniyeta kevin e.

Ez di vê derheqê de  ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve pirozbahiyê li xelkê Kurdperwer û xweragir ên Hewramana Rojhilatê û tev Hewramanê dikim.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsiyarê Giştî

Mistefa Hicrî

9`ê Gelawêja 1400 a Rojî