Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Mekteba Siyasî a Bizutnewa Demokrat a Gelê Kurdistan

14:08 - 14 Tebax 2020

Di dirêjiya peyamên pîrozbahiya part û aliyan bi hilkevta 75emîn salvegera damezrandina PDKÎ de, Mekteba Siyasî a Bizutnewa Demokrat a Gelê Kurdistanê peyamek bo PDKî hinartiye ku naweroka wê peyamê wihaye.

Rêzdaran rêberiya PDKÎ

Bi hilkevta yadê 75 saliya damezrandina Hizba Demokrat, em pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî we dikin.

Veşartî nine ku PDKÎ di dîroka temenê xwe de, dehan evraz û nişîv derbaskirine û li rêka xebat û berxwedanê de gelek qurbanî dane , û serfirazane li hember heçî dijvarî û astengekê de derbas bûye û berdewame li ser xebatê.

PDKÎ şanaziyekî dinê ya gelê me û rêbaza Pêşewa Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî û hezaran şehîdên dinêye ku heya niha jî bi mukumî kariye li ser pê xwe raweste û li pêxema bidestweanîna mafê berheqe gelê me li Rojhilatê Kurdistanê xebatê bike.

Carekî dinê jî em bi wê bonê we pîroz dikin û tekeziyê li ser peywendiya di navbera me de dikin.

Mekteba Siyasî a Bizutnewa Demokrat a Gelê Kurdistan