Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi boneya salroja ragihanina Partiya Şû`î ya Kurdistanê

17:52 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2022

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta 29emîn salroja ragihandina Partiya Şû`î a Kurdistanê peyamek pîrozbahiyê belav kir.

Deqa peyamê bi vî awayî ye:

Rêzdar: Mekteba Siyasî ya Partiya Şû`î a Kurdistanê

Li ser navê rêberatiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û rêzdar Mistefa Hicrî, Lêpirsyarê Giştî yê Partiyê, bi hilkefta 29emîn salroja ragihandina Partiya Şû`î ya Kurdistanê li 88emîn salwegera avakirina vê de germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we dikin û serkevtinê bo we bo gihîştin bi armancên mirovî û nîştimanî yên Partiya xebatkar ya we di xizimetkirin bi gelê Îraq û gelê mafxwaz yê Kurd û tevgera rizgarîxwaz ya Kurdistanê  hêvî dikin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi çavlêkirin li derbasiya peywendiyên digel partiya xebatkar ya we  bi vê dîroka birûmet û serbilind ya we şanaziyê dike û helwesta we li qonaxên cuda yên têkoşîna rizgarîxwazî û wekhevîxwaziya neteweya me di vê heyamê de bilind dinrixînin û li berhemên wê peywendiya dîrokî, dikarin îşare bi helwesta jibîrnekirî ya Partiya Şû`î bikin ku, li rojên teng û êrîşa dirindaneya rejîma mirovkuj û dagîrkar ya Tehranê li dijî Kurdistana Rojihlat bikin ku, xebatkarên we bi can fîdayî û gorîkirinek bê mînak, mil bi mil pêşmergeyên Rohilatê Kurdistanê li çepera xebat û berxwedaniyê de dilsoziya xwe weke piştevaneke cihê baweriyê bo doza neteweya me di vê parça Kurdistanê de selmandin.

Her ji ber vê yekê jî çavnhêriya me ji we weke hevpişt û hevçeperên berê û cihê baweriyê, û herwisa xatricemin ku weke hertim di guherînkariyên hestyar û çarenivêsaz yên pêşiya gel û nîştimana me bi taybet li başûrê Kurdistanê, rola erênî û dilsozane ya xwe bo çareseriya pirsgirêkan û pêkanîna yekrêzî û yek helwestiya aliyan dilîsin û di vê erka pîroz de wek hertim bi bêberdewamî hewl didin.

Di dawiyê de carek din bi hilkefta 29emîn salvegera ragihandina Partiya xebatkar ya we pîrozbahiyê dibêjin û tevî tekezîkirin li ser armanc û nirxên pîroz yên hevpar , hewcehî bi berdewamkirina hevxebatî û alîkariya hemû alî li pêxema bicihanîna wan de dizaznin, serkevtina zêdetir di ber bi pêşvebirina karûbarên partî û nîştimanî de hêvî dikin.

Bilind û pîroz be 29emîn salroja ragihandina Partiya Şû`î ya Kurdistanê

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Dezgeha Peywendiyên Giştî

Mihemednezîf Qadirî

8`ê Pûşpera 1401`an

30`ê Hezîrana 2022`an