Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Saziya xelkê Kurmanc yên Xurasan ê, bo PDKÎ

13:45 - 3 Tebax 2020

Saziya Xelkê Kurmanc yên Xurasanê bi hilkevta 25ê Gelawêjê peyamekî pîrozbahiyê bo PDKÎ hinartiye.

Di destpêka wê peyamê de hatiye: Em bi hilkevta 75 saliya ava bûna PDKÎ, pîrozbahiyê li hemî endamên rêzdare hizba we ya xweşnav, herwisa xelkê hêjaye Rojhilatê Kurdistanê dikin.

Pareke dinêye Peyamê de hatiye: Pêkhatina PDKÎ û xebat ji bona bidest ve anîna mafê netewî, di wî serdemî de, hewcehiyek bû ku dî wan 75 salan de, rêbazekî pir cihê şanaziyê tomar kiriye.

PDKÎ îro rojê bûye pêşeng û sembola xebat û berxwedaniyê, ne tenê bo Kurdan, belkî bo netewên weke Ereb, Belûç, Azerî, Tirkemen û yên dinê, ku Kongira netewên Îrana Federal mînaka herî berçave.

Di dawîya peyama saziya xelkê Kurmanc yên Xurasanê bi boneya 25ê Gelawêjê de dîsan tewî pîrozbahiyê, hivî hatiye xwastin ku hindî zû armancên gelê Kurd bidest ve bên.