Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama rêzdar Mistefa Hicrî bi boneya hatina sala nû

15:17 - 23 Adar 2013

Kurdistanmedia: Rêzdar Mistefa Hicrî sekerterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê seba sala nû peyamek arasteya vivaka xelkê Kurdistana Îranê kir.


Hemwelatiyên rêzdar
Xûşk û birayên hêja
Sala we ya nû û newroza we pîroz be
Sala borî salek tijî ji êş û azar û bê parî ji bo tewaya xelkê Îranê û bi taybetî neteweyên zulmlêkirî û yek ji wan neyeweya Kurd bû.

Sala 1391’an a Rojî doma salên deshilatdariya rejîma paşvemayî û bîhanî di gel azadî û hemû norm û pirensîpên mirovatiyê ên vî serdemî, wate Komara Îslamiya Îranê bûn.

Cudahiyek ku di vê salê de bi nirxandin di gel salên borî em dibînin ew e ku girtin û serkûta cudahizran zêde bû, rewşa aborî li ber domdana bi siyasetên şaş ên aborî û siyasî li navxwe û li astê navneteweyî de bû sedema zehmettirbûna jiyan xelkê, û encama wê jî, zêdebûna hejmara bêkaran, û zêdebûna cînayet û diyardeyên civakî li Îranê de bû.

Bi sedema siyasetên pirr ji ferq û cuhaîdanînê, beşeke zêdetir bû para Kurdistanê.

Her bi vê sedemê jî bû ku li sala borî de girtîgeh ji azadîxwazên Kurd hatibûn tije kirin.

Hemwelatiyên azadîxwaz û têkoşer! Ew dîmena tal û nexwastî beşek ji rastiya sala 1391’an bû.

Beşek din ji dîmenê vê salê, dirêjiya berberekaniya azadîxwaziyê li hember serhişkî, paşvemayîn û dîktatoriyê li Îranê û li gelek ji welatên dûr û nêzîk ên me de bûn.

Li Mîsra piştî Husnî Mobarekû Tunis û bitaybetî Sûriyê, sitûxwarnekirina xelkê li hember dîktatoriyê û razînebûna bi rewşa heyî ku bi ser wan de hatiye sepandin, û herweha hewildana bo anîne serkar ya hikumeta dilxwaze xwe
herweha li geşekirinê de bûn.

Li komara Îslamî de em li vê sale de şahidê guhertinê bi qazancê xelkê û lawaziya rejîmê bûn.
Pêkhatina valatiya li navbera bandên mafyayî ên rejîmê ku bi binajoxwaz hatine naskirin li bereberê şanoya hilbijartina dewra dehê ya serkomariyê de, û jidestçûna zêdetir ya rewayiya wilayeta Feqîh ku sitûna vê deshilatê ye, bêdeshilatiya hikumetê û perîşaniya rejîmê li çareseriya kêşeyên aborî, û siyasetên navneteweyî ên şikestxwari û gellek nîşaneyên din, dibêjne me ku serbarê wan hemî sextiyên ku Komara Îslamiya Îranê bo xelkê Îran û herêmê bi dîharî anîne, hêviya gihîştina bi azadî û rizgariyê ne tenê herwa zindî ye, belkû bihêztir bûye, derbaskirina vê yekê jî girêdayî ye bi astê hişyarî û xebata yekgirtî ya neteweyên Îranê bi taybetî neteweya Kurd.


Lewra em li demekê de ber bi pêşwaziya newroza 1392’ê diçin ku baweriya me bi berev pêşveçûna guhertinan û rizgariya xelkê ji destê zul û zordariya komara Îslamî û heta pêkhatina guhertinan li derheq pirsa Kurd bi giştî zêdetir ji salên borî ye.


Bila em vê baweriya bihêz û polayîn bi gurriya agirê ronahî û hêvî û xwaziyên xortên welatê xwe bikne bingeha berberekaniya bihêz bo nehêlana deshilata rejîma Komara Îslamiya Îranê û avakirina hikumeteke dilxwaz ya xelkê têhniyê azadiyê.


Bi boneya newroza 1392’an em pîrozbahiyên herî germ ên xwe pêşkêşî tevahiya gelên Îranê û gelê Kurd li her çar beşên Kurdistanê û bi taybet li Kurdistana Îranê dikin. Pîroz be newroz ji malbatên şehîdan, û girtiyên siyasî ku li rojên newroz li girtîgehên Komara Îslamî de derbas dikin. Herweha pîroz be ji malbatên girtiyên siyasî ku li wan rojan de, zêdetir ji her demekê bîra hezkiriyên xwe ên girtî dikin.

Bi hêviya salek geş û pirr ji serkevtin ji tewaya azadîxwazan re.


Mistefa Hicrî
01.01.1392
21.03.2013