Kerîm Perwîzî
Nivîsandin û axavtina li ser rêberekî mezin û jîr wekî Dr. Qasimlo vêrekiyeke zêde dixwaze. Jîr û gernasek ku ne tenê rêberê tevgera rizgarîxwaziya neteweya xwe bû, û rêbertiya karwanê Kurdistan ber bi gihîştina bi azadiyê dikir, belku her çi sal û dehik derbaz dibin, zêdetir aliyên cuda ên jiyana şoreşgerane ya wî berçavtir dibin, û biyavên kûr ên ponijîn û hizrên wî, zêdetir ji her demekê, rastî û hûrbîniya wan tê selimandin, û ji îro nûtir xûya dikin.
Peyvek dikare xwe li asta bîr û hizra Qasimloyê rêber bide, ku aliyê kêm di vê asta zanayî û xwendewariyê de be, ku wî hebû, û xwendibe û têgihîştibe jî. Eva jî nahê vê watayê, ku tu kes nabe bîr ji tu tiştekî bike ku Dr. Qasimlo bas jê nekiribe, yan dibe rast me ew şêwaza ponijîn û derbirîn û axavtinê hebe ku wî hebûye.
Tiştekî xwezayî ye ku jiyan diçe pêş, û civak jî tê guherîn, û parametrên cîhanî û navçeyî jî guhertin bi ser de tê, lewra nivş li pey nivşê, pêwîst e ku neteweyek cardin xwe û vê rewşa ku tê de ye, û hêvî û mîkanîzmên gihîştina bi van hêviyan bixwîne, û hewl bide riyeke din bibîne, yan riyên kevn, reforman tê de bike, û bike îroyî.
Lê ya ku dixwazim di van çend xetan de bêjim, axavtina li ser bîr û hizra Qasimlo nine, jiber ku min ew cesûriya nine, ku xwe li kangeheke weha mezin ya hizrî bidim, belku tenê ew hinde ye ku em nivşên piştî Qasimloyê rêber, dema ku guh didin axavtinên wî, û kiryar û xebat û jiyan û şoreşa wî dixwînin, erk û wezîfeya me dibe çi?
Gelo tenê wekî bûyereke dîrokî em çav li helwest û kiryarên wî bikin, û wekî tiştekî bibînin ku derbaz bûye û hatiye spartin bi dîrokê, yan dibe rast heman kiryarê encam bidin, û heman helwest û reftarê dubare bikin, û di rastî de tenê kopiya narêk ya kiryarên wî bikin?
Ya ku ez bîr jê dikim, pêk tê ji vê ku nivş û xortên îro û renge bo sibe jî wisa be, ku rewşa jiyan û şoreşê û bizava neteweya xwe bibînin, û rêberekî jî wekî Dr. Qasimlo me li ber çav be, û helwest û gotinên wî, rênîşandana kar û çalakiyên me ne, û wezîfeya me ye ku em girîngiyê bidin tewerên girîng ên bîrkirin, û dersên wî, û li ser bingeha heman tewerê, em bîr û hizra jiyan û xebata xwe ya îro rojê serûber bikin.
Bi gotineke din, renge ku em nekarin wekî çavkaniya hizrî ya Dr. Qasimlo, wane û dersên wî wergirin, û bi heman rengî bifikirin, û zehmet e ku xweza bi van zûyane keskeî wekî wî bide me, lê em dikarin emrazên bîrkirinê û helwest wergirtina xwe, jê wergirin, û îroya xwe pê serûber bikin.
Di bîrkirineke weha de ye ku em dikarin, behreyê ji hizr û tekoşîna Dr. Qasimlo wergirin, û di heman demê de jî tiştekê ava bikin, ku ya îro ya me ye, ku hekî me xirap kir, em tawana wê nexin stûyê rêberê xwe yê jîr ê şehîd.
Di vir de ye ku hizr û kiryara Qasimloyê mezin bo me û nivşên piştî me, wekî peyama rojê lê tê, ku herçend destê me nagihîje çavkaniya ronahiyê wate rojê, lê di peyama rojê de ku pêk tê ji ronahiyê, û dijberiya tarîtiyê, em fêr dibin, û tîrêjên rojê, emê bikin ronahîker û rênîşanderê riya xwe ya îro û sibehiyê.