Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Teqînên mezin li Îranê de qewimîn

18:42 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2025

Roja Dûşemî 23ê Pûşperê, çenîn teqînên mezin li çendîn bajarên Îranê de qewimîne û rêjîma Îranê li derheq wan teqînan de ti daxuyaniyek serast belav nekiriye û egera vê heye wek berê wan teqînan bi teqîna gazê ve girê bide

Li bajarê Qumê de li encama teqîneke mezin li yekeyeke niştîcîbûnê axundan û li taxa Perdîsan de 7 kes birîndar bûne û pêka zanyariyan, ew bîna ji aliyê hêzên ewlehî ve bo niştecîkirina axund û tîmên serkutkirinê tê bikaranîn.

Herwisa li şehrake Xatemulenbiya ya bajarê Kerecê de teqînek gelek mezin qewimîye û li şeqama înqilab a bajarê Têhranê de tqînek gelek bi hêj qewimiye ku çavkaniya wan teqînan nehatiye zanîn.

Li bajarê Tewrêzê de jî teqînek mezin qewimiye lê sedema vê teqînê jî bi serastî nehatiye zanîn