
Bi hilkefta 22ê Pûşperê û bilind ragirtina yada şehîd Dr. Qasimlo û hevalên wî, çalakiyên teblîxî li gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê endam û alîgirên xebatkar ên Hizba Dêmokrat bi berdewamî têne lidarxistin.
Li bajarê Kirmaşanê, endamên emegnas ên Hizba Dêmokrat digel rê û rêbaza şehîdên 22ê Pûşperê peymana wefadariyê nû kirin.
Herwisa li bajarê Bokanê li devera Çemê Mecîdxan û Pîr Mihemed wêne, poster û tiraktên taybet bi 36emîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, hatine belavkirin.
Bajarê Mehabad û deverên derdora wî bajarî jî, bo çendemîn car di wan rojan de, bi wêne û poşterên “Dr. Qasimlo” hatin xemilandin û di vê rojê de li ser gora şehîdên şoreşa Jînayê jî peyman digel rêbaza rêberê şehîd Dr.Qasimlo û tev şehîdên Kurdistanê û Hizba Demokratê hat nû kirin.
Herwisa li gundê “Tepereş” ser bi bajarê Mehabadê, alaya Kurdistanê û logoya Hizba Dêmokrat ji aliyê endamên dilsoz ên Hizbê ve hate bilindkirin.
Li bajarê Sinê jî çalakiyên berfireh li taxên weke “Şêxan, Erdelan, Fereh,Parêzgarî û Defter Fenî” hatin lidar xistin.
Endamên têkoşer ên Hizba Dêmokrat tevî lidarxistina wan çalakiyan, peymana emegdarî û domandina rêbaza şehîdan digel xwîn û riha şehîdan nû kirin û herwisa amadebûna xwe bo encamdana her erkek Hizbî ragihandin.