Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn Teqînên mezin û agirê berfireh li Îranê de qewimîn

11:49 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2025

Li şev û roja derbasbûyî de, çendîn teqînên gelek mezin li çend bajarê Îranê de qewimîne û pêka girte vîdyoyên belavbûyî, dengê teqînên gelek mezin li taxa Taliqanî ya bajarê Tewrêzê û herwisa dengê pedafendan hatine bihîstin.

Li aliyê bajarê Melardê li nêzî binkeya navkî ya Melardê dengê 2 teqînên gelek mezin hatine bihîstin.

Herwisa li taxa Mêhrşehr a Kerecê de jî 2 treqînên mezin qewimîn e.

Li bajarê Meşhedê de jî teqînek gelek mezin û agirpêketinek berfireh li şeqama 17ê Şehrîwer de qewimeye û teqînên mezin û agirê bilind ên li peyhev ên piştî teqina yekem li derdora firokexana Meşhedê jî teqîn hebûne, egera vê yekê zêde ye ku enbara mûşek an dironên rêjîmê be hatibne teqandin.

Herwisa li nava bajarê Qomê de jî tenînên mezin qewimîne.

Rêjîm ti zaniyariyekê û xisarên bi sedema wan teqîn û agiran aşkera nake.

Sedema wan teqînên hevdem ku gelek mezin û bihêz bûne, nehatiye zanîn û renge rêjîm wan teqînan jî bi teqîna gazê ve girê bide.