Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binyamîn Netanyaho mercên bo erêkirina her cure lihevkirinek digel rêjîma Îranê ragihand

11:32 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2025

Binyamîn Netanyaho, Serokwezîrê Îsraîl ragihand ku Îsraîl dê li halekê de her cure lihevkirinek digel rêjîma Îranê erê bike ku 3 mecên Îsraîlê erê û cîbi cî bike.

Binyamîn Ndetanyaho ragihand ku yekem merca Îsraîl, dest berdana rêjîmê li berhemanîna mûşekan ên ku mewdaya wan zêdtir ji 300 mayl be, û merca duyem destbernana tevav a rêjîmê li bernameya meyandina Uraniyomê ye, û merca sêyem jî destberdana rêjîmê li piştevanîkirin li milîsan û girûpên din ên terorîstî ye.

Navbirî ragihand ku hekî ew yek ji aliyê rêjîma Îranê ve neyê kirin, dibe em rêjîma Îranê ji wan yeka bi dûr ragirin û derfetê bidin ku rewşa navxwyê Îranê bi her aliyekê ve ku diçe, bi pêş ve here.

Herwisa Birîtaniyayê huşdarî da rêjîma Îranê ku hekî dest ji zêdexwaziyên navkî bernede, dê Birîtaniya digel welatên din ên Ewropayê anku Alman û Firansê, mikanîzma maşê anku çalakkirina hemû dorpêçên ragirtî, bi ser rêjîma Îranê cibicî bikin.

Firêdrîş Morts ê Serokê Alman, biryar daye ku daxwaza çalakkirina mikanîsma maşê bo ser rêjîma Îranê bibe Şêwreya Ewlehî ya Netewên Yêkbûyî.