“Lêpirsyarê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, “Mistefa Hicrî”, bo koça dawî ya “Remzî Şe`iban” Endamê Serkirdayetî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), peyameke sersaxiyê belav kir.
Deqa peyamê wiha ye:
Rêzdar/ Cenabê Mesûd Barzanî
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
Tevî silav û hurmet
Nûçeya koça dawî ya Xwedîlêxweşbûyî Remzî Şe`iban, Endamê Serkirdayetî û Kadrê bikêrhatî û lêzan yê Partî, cihê nerihetiya me hemûyan e. Bi vê hilkeftê ve, em sersaxiyê li te yê rêzdar, Rêberayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê, malbat û kesûkarên wî rêzdarî dikin û em xwe di xemên we de pişkdar dizanin.
Digel rêz û hurmetên dûbare
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Lêpirsyarê Giştî
Mistefa Hicrî
15`ê Xakelêweya 1400`an a Rojî
4`ê Nîsana 2021`an