Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama sersaxiyê ya Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ derheq koça dawiya mamoste Pertew Kirmaşanî

16:42 - 26 Kanûna Paşîn 2022

Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ,  bona koça dawiya mamoste Pertew Kirmaşanî peyama sersaxiyê belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Mirina Helbestvan, neteweyekî daxbar dike

Mixabin mamosteyê hêja û helbestvanê gel, ziman û welat, Elî Eşref Nobetî, naskirî bi “Pertew Kirmaşanî”, koça dawiyê kir. Helbestvanek ku li serdemên du rejîmên paşayetî û îslamî de ku, di rastiyê de herdûyan jî wekî hev li dijî Kurd û Kurdistanê bûn, Pertewê Helbestwan li hemberî stemkariya wan de serê xwe neçemand û li rêya hezaran bendên helbestan xizmeteke mezin derheq bi zimanê, netewe û nîştimana xwe kir.

Axa dewlemend û pirr huner a Kirmaşana beşek ji nîştimana me ya hezkirî, helbestvanekî xwedî soz himbêz kir, û em hemî bi mirina wî daxbar bûn lê, helbest û xizmetên wî yên derheq ziman û çanda neteweya wî de, hertim zindîne û zarok û nevyên Kurdan dê pê perwerdehiyê bibin.

Bi boneya koça dawiya helbestvanê qedr giran “Pertew Kirmaşanî” , serxweşiyê ji hemû neteweya Kurd û bi taybet  xelkê welatparêz yê Kirmaşanê , civata wêjeyê, rewşenbîriya Kurdistanê û herwisa malbata bi kedere a xwedêjêrazî re dibêjim.

Riha Pertewê helbestvan şad û Kurdistan avedan be.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Lêpirsyarê Giştî

Mistefa Hicrî

26`ê Kanûna Paşîn a 2022`an