Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama xebatkarên Demokrat li bajarê Kamyaran bi boneya bûyera 17`ê Xermananê

18:06 - 10 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Xebatkar û ciwanên mafxwaz ên Kurd li bajarê Kamyaranê di peyamekê de cinyeta 17`ê Xermananê (8`ê Îlonê), şermezar kirin, û piştevaniya dubare ya xwe ji xebata gelê xwe ji rêberê PDKÎ re dane ragehandin.

Deqa peyamê wiha ye:

Rêzdar rêberê Partiya Demorkat

Pêşmergeyên  can li ser dest yên Kurdistanê

Silavek germ bi têhna agirê şoreşê; Mixabin agehdar bûn ku dujminê azadiyê cardin êrîşî ser baregehên we yên azadîxwaz kiriye û di encama vê êrîşa hovane de jî mixabin desteyek ji xebatkarên riya azadiyê şehîd bûn û çendîn hevçeperên me yên din jî birîndar bûne.

Tevî şermezarkirina vê kiryara nemirovî, sersaxiyê dibêjine malbatên şehîdên serbilind yên xwe û hemû aliyekî xatircem dikin ku bihêztir li caran berdewam dikin xebata xwe, di çarçoveya hizba mirovdost a xwe de, û kol nadin heta serkevtina yekcarî dirêjederê riya pîroz a wan dibin.

Eva ku Komara Îslamî encam daye, em gellek dûr jî nabînin ku ducarî neke, û her evane jî dawîn nîşaneyên temenê vê deshilata mel`ûn û dîktator e, û xatircem in ku roja azadî û serbestiyê nêzîk e.

Mirin û neman bo rejîma Tehranê

Silav ji îradeya şikestnexwarî a baskê gel (pêşmerge)

Bijî “Rasan”

Serbikeve xebata azadîxwazî a me